Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Diplomatên Venezuelayê ji Amerîkayê Dûr Dixe


Konsulxaneya Venezuelayê li bajarê New York.
Konsulxaneya Venezuelayê li bajarê New York.
Hikûmeta Amerîkî du diplomatên Venezuelayê ji welatî dûr dixe, wek bersivek jibo dûrxistina du karmendên balyozxana Amerîkî li Venezuelayê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin navê diplomatên Venezuelayê Orlando Jose Montanez Olivares û Victor Camacaro Mata ye.

Hikûmeta Amerîkî dixwaze ku têkelîyên xwe bi Venezuelayê re baş bike, lê belê piştî mirina Serokê Venezuelayê Hugo Chavez ti pêşveçûn di vî biwarî de nayê dîtin.

Karbidestên Venezuelayê dibêjin ku Amerîka berpirs e hemberî tûşbûna Hugo Chavez bi nexweşîya penceşêrê.

Chavez roja Sêşemê ya bihurî û bi sedema nexweşîya penceşêrê mir.
XS
SM
MD
LG