Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Leşkerên Amerîkî li Afganistanê Hatine Kuştin


Qurbanîyên êrîşa Duşemê, 11'ê Adarê, 2013.
Karbidestên NATO’yê li Afganistanê dibêjin ku du leşkerên Amerîkî ji layê çekdarekî bi kincên polîsên Afganî ve hatin kuştin.

Di wê êrîşê de, ku li herêma Werdek pêk hat, hejmareke leşkerên Afganî hatin kuştin û heft kesên din birîndar bûn.

Hevdem li nêzîkî Kabulê, du Afganîyên sivîl ji layê leşkerên Amerîkî ve hatin kuştin. Karbidestekî Amerîkî got ku ew du Afganî di otomobîlekê de bûn, li karwanê hêzên Amerîkî nêzîk bûn û guhê xwe neda hişyarîyan dema li wî karwanî nêzîk bûn.

Herwiha wezîrê berevanî yê Amerîkî Chuck Hagel roja Duşemê serdana xwe bo Afganistanê bi dawî anî.
XS
SM
MD
LG