Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meleyên Îranê bi Tundî Ahmedînejad Rexne Dikin


Ahmedînejad, Elena Frias dayîak Hugo Chavez hembêz kir.
Meleyên mezin yên Îranê bi tundî Serokê Îranî rexne kirin jiber hembêzkirina dayîka serokê Venezuelayê Hugo Chavez.

Rojnameyên Îranê roja Sêşemê gotinên meleyên navenda olî ya Qumê belav kirin ku hembêzkirina dayîka Chavez ji layê Mehmûd Ahmedînejad ve bi karekê “heram” binav kir.

Ahmedînejad li heftîya bihurî çû Venezuelayê jibo beşdarîkirin li merasîma behîya Hugo Chavez.

Serokê Venezuelayê roja Sêşemê ya bihurî bi sedema nexweşîya pencêşêrê mir.
XS
SM
MD
LG