Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Sûrî Qurbanîyên Bîrkirî yên Şerê Berdewam in


Raporteke nû destnîşan dike ku nêzîkî du mîlyon zarokên Sûrî pêdivîya alîkarîya mirovahîya ne, piştî ku şerê du salan egerên neyênî li ser xwarin, perwerde û paqijîya wan kir.

Komela xêrxwazîyê, Save the Children ev raport îro Çarşemê weşand û bal kişand ser bandorên neyênî yên şer li ser “qurbanîyên bîrkirî” anku zarokan.

Komela Save the Children dibêje, xwendingeh û nexweşxane ji şer û pevçûnan navbera serhildayan û hêzên hikûmetê zîyan dîtine û hema hemî malbatên ku wan pê re axifîne gotine ku ew nikarin xwe bigehînin destav(tuvalet)ên paqij.

Raport bang hemî alîyên alozîyê dike ku rê bidin alîkarîya mirovahî bigeheje kesên pêdivî û nema maddeyên peqînkar li deverên sîvîlan bikar bînin.

Raporta Save the Children herwiha bang li şervanan dike ku nema leşkerên zarok bikar bînin.

Vekolêrên Neteweyên Yekbûyî dabûn zanîn ku hem artêşa Sûrî, hem jî serhilda zarokan bi dara zorê dikin şervan û di pevçûnann de dixebîtinin.
XS
SM
MD
LG