Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û Brîtanya Banga Hilanîna Qedexeya Çekan li Sûrîyê Dikin


Fransa dibêje, ew amade ye ligel Brîtanyayê alîkarîya çekkirina serhildayên Sûrî bike, tevî ku rêkeftinek ligel welatên din jibo şandina çekan tune ye.

Ambargoyeke Yekîtîya Ewropayê niha welatên endam qedexe dike ku çekan pêşkêşî opozîsyona Sûrîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius îro Pêncşemê got, Fransa û Brîtanya dixwazin Yekîtîya Ewropayê civîneke lezgîn lidar bixe da ku hilanîna vê ambargoyê gotûbêj bike.

Fransa daxwaz kir ku ev danûstandin berî dawîya meha Adarê pêk werin.

Wezîrê Derve yê Fransayê nîşan kir ku her du welat amade ne çekan bişînin, heta eger welatên din lihev nekirin ku qedexekirina li şandina çekan hilînin.

Bi alîyekî din ve, Wezîrê Deve yê Rûsyayê Sergei Lavrov do Çarşemê axaftinên derbarê biçekkirina serhildayan şermezar kir û got ku ev gav ne li gor qanûna navnetewî be.
XS
SM
MD
LG