Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîmeke Mezin li Helebçe Hate Lidarxistin


Di 25-emîn salvegera kîmyabarana Helebçe de, merasîmeke mezin roja Şembî li bajarê Helebçe birêve çû.

Di wê kombûnê de çendîn rêberên Kurd û bîyanî amade bûn, di nav de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznaî, Xanima Yekê ya Îraqê Hêro Îbrahîm, wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner û wezîrê mafên mirovan yê Îraqî Mihemed Sûdanî.

Di gotarekê de birêz Barzanî daxwaz kir ku roja 16’ê Adarê bibe roja cîhanî ya berbendkirina çekên kîmyawî.

Li roja 16’ê Adara 1988’ê, rejîma Îraqî bi çekên kîmyawî êrîş kire ser bajarê Helebçe û di wê êrişê de, nêzîkî 5,000 mêr, jin û zarokên Kurd ji layê hêzên Sedam Husên ve hatin kuştin.

Her di wê êrîşê de 10,000 kesên din birîndar bûn.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG