Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

12 Kes Dixwazin Bibin Serokwezîrê Demkî yê Sûrîyê


Peyvdarê komela serekî ya opozisyona Sûrîyê dibêje ku 12 kes hatîne destnîşankirin jibo posta serokwezîrê hikûmeta întîqalî ya Sûrîyê.

Xalid Salih, peyvdarê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê, dibêje ku piranîya kandîdan kesên teknokrat û şarezayên aborî û kardarî ne.

Salih roja Yekşemê gote ajansa Associated Press ku hejmareke kandîdan nuha li Sûrîyê dijîn, bêy ku navên wan eşkere bike.

Tê çaverêkirin ku roja Sêşemê dengdan jibo destnîşankirina serokwezîrê demkî birêve biçe.
XS
SM
MD
LG