Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Teqînan 9 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema zincîreke êrîşan li Îraqê roja Duşemê neh kes hatin kuştin.

Êrîşberekî xwekuj otomobîla xwe li nêzîkî xaleke vekolînê li naverasta Îraqê teqand û pênc kes kuştin. Di êrîşa li bajarê Beled Ruz de heriwha 16 kesên din birîndar bûn.

Herwiha bi sedema teqîna bombekê li devera Abu Xirêb ya ser bi Bexda ya paytext, sê kes hatin kuştin û sê kesên din birîndar bûn.

Her li Abu Xirêbê, bombek li nêzîkî karwanê otomobîlên polîsî teqî û polîsek hate kuştin û du polîsên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG