Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li 10-emîn Salvegera Şerê Îraqê 50 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema hejmareke êrîşan li dijî armancên Şîeyan li Îraqê, herî kêm 50 kes hatin kuştin û 160 kesên din birîndar bûn, li gorî karbidestên Îraqê.

Piranîya êrîşan li deverên Şîeyan yên Bexdayê qewimîn, wek bajarê Sedir.

Êrîşên roja Sêşemê hevdem in ligel 10-emîn salvegera şerê Îraqê.

Li sala 2003’ê, hevalbendîyeke navneteweyî bi rêberatîya Amerîkayê êrîşa Îraqê kir û desthilata dîktatorê berê Seddam Husên hilweşand.
XS
SM
MD
LG