Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîto Daxwaza Piştgîrîya Navneteweyî Dike


Serokwezîrê nû hilbijartî yê opozisyona Sûrîyê daxwaza piştgîrîya navneteweyî bo hêzên opozisyon û hikûmta demkî kir.

Di konferanseke rojnamevanî de, Xessan Hîto herwiha daxwaz kir ku civaka navneteweyî endametîya Sûrîyê di Neteweyên Yekgirtî de bide hikûmeta demkî ya opozisyonê.

Birêz Hîto nuha kar dike jibo pêkanîna hikûmeteke demkî, piştî roja Duşemê wek serokwezîrê demkî hate hilbijartin.

Hîto li Şamê li dayik bû û jibo dehan salan jîyana xwe li Amerîkayê derbas kirîye û nasnameya welatîbûna Amerîkî wergirtîye.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG