Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Altaç: Ger Ev Gav Ser Nekeve Mexdûriyetên Mezintir Derkevin


Jibo Newrozê bi hezaran kes ji bajar û welatên cuda hatin Dîyarbekirê.

Du sal in ku pîrozbahîyên Newrozê li Tirkîyê qedexeye, lê jiber pengava nû û peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan, bala hemî alîyan li ser Newroza Dîyarbekirê ye.

Tê hêvî kirin Newroz dê li Tirkîyê hem jibo Kurdan hem jî jibo Tirkan bibe destpêkeke nû. Lewma, ev roj weke rojeke dîrokî tê dîtin û bi sedan hezar kes dixwazin bibin şahide vê rojê.

Wek herkes û her alî, çav û gohên partî û sîyasetên cuda jî li Newrozê ye. Ew jî meraq dikin ka dê peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan dê çi be û ji Newrozê şunda dê pengaveke çawa destpê bike.

Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê AKP) yê Dîyarbekirê Aydin Altaç ji Dengê Amerîka re destnîşan kir, ew hêvîdar in ku bûyerên neyênî rû nedin û peyamên ku werin dayîn jî divê xizmet bike ji vê pengavê re.

Birêz Altaç got, domandina pirsa Kurd feyde nade tu kesî û ger ev pengav biser nekeve wê mexdûrîyetên mezintir derkevin. Wî dîyar kir ku Serokwezîr Erdogan bi îradeyeke mezin vê gavê avêt û divê herkes jibo vê pengavê piştevanîya wî bikin.

Cîgirê Rêberê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ji Dengê Amerîka re got ew pengava nû erênî dibînin jiber ku hêvî heye çek û şer were rawestandin.

Birêz Bozyel destnîşan kir pirsa Kurd ne tene ya rawestandina şer û çek e divê demeki nêz de hevditin û dîyalog jibo mafên rewa yên Kurdan jî dewam bikin.

Bayram Bozyel herwiha da zanîn heta ev mafên Kurdan neyên dayîn, ew nikarin behsa demokratikbûnê û safîbûna pirsgirêka Kurd bikin.


please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG