Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê PKK'ê Ocalan Bang Agirbestê Dike


"Silav ji gelên Rojhilata Navîn û ji yên Asyaya navîn re, ku bi îtîfaqeke herî mezin vê roja berxwedanê û roja vejînê bi hevre pîroz dikin…!

Silav ji gelên bira re, ku bi coşeke mezin, bi rihê demokrasîyê û di nav xweşbînîyeke mezin de, Newroza serdema roja nû, û bi ronahîya rojên nû, bi hev re pîroz dikin…!

Silav ji rêwîyên rêya pîroz re, yên ku rêya mafên demokrasîyê û rêya azadî û wekhevîyê ji xwe re kirine armanca jîyanê…!

Gelê ku di dolikên Zagroz û yên Torosê de, navbera rûbarên Dîcle û Firatê de, di coxrafya ya Mezopotamya û Anatolyayê de ji şaristanîya gund û bajarvanîyê re dayikî kirîyê, ji civakên herî qedîm yek, ji gelê kurd re silav…!

Ev şaristanîya herî kevnar ya hezar salan, kurdan, bi hevkarî û biratîya civakên derdorên, xwe avakirine û bi wan re di nav aşîtîyê de jîyane. Rûbarên Dîcle û Firatê birakên Sakarya û Merîçê ne. Çîyayên Agirî û Cûdî dostên çîyayên Kaçkar û Ercîyesê ne. Govend û delîlo, xizmên Horon û Zeybekê ne.

Her tim, hêzên serdest xwestine ku, bi mudaxalyên derveyîn, Jibo berjewendîyên komikan, bi zext û zorên sîyasetên cuda ev civakên xwedîyê vê şaristanîya kevnar û qedîm, bikin dijminên hevdu. Jibo wê jî, hertim hewldane ku îktîdarên heq nenas û hiqûq nenas avabikin.

Emperyalîzma rojava yî, di vê du sed salên dawî de bi şerên xwe yên fethî û bi midaxalyên xwe yên derveyî, xwestin di nav civakên rojhilata navînde hişmendîya netew dewletî bipêşbixin. Jibo vê jî, di nav civakan de tixubên sûnî xêz kirin. Di hundirê van tixuban de bi avakirina îktîdarên çewsîner û redkar, xwestin destê civakên heremê yên ereb, fars, tirk û kurdan bikin qirika hevdu.

'SERDEMA FERASETÊN MIJOKER Û REDKAR BI DAWÎ BÛYE'
Serdema ferasetên, mijoker, redkar û çewsîner bi dawî bu ye. Civakên rojhilata navîn û asyaya navîn hişyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji şer û pevçûnên kor û yên korkirinê yên dijberên hevdu re dibêjin bese.

Bi sedhezaran, bi mîlyonan kesên ku dilê wan bi agirê Newrozê geş dibê û qadan têr û tijî dikin edî biratî dixwazin, çareserî dixwazin. Serhildana min, a ku di destpêkê de wekî take kesî li hember, bê çaretîyê, nezanîyê û xulamtîya ku di nav de ez jê dayik bûme dest pêkir, armanca vê serhildana min, afirandina hişmendîyeke berxwedêr, ya li hember her cureyên çewisandin û afirandina hişmendî û riheke nû bû.

'EZ ÎRO DIBÎNIM KU, EV QÎRINA MIN GIHÎŞTÎYE ASTEKÊ'

Şerê me, ne li hember tu etnîsteyekê ye, ne li hember olekê ye, ne li hember mezhebekî ye û ne li hember komekî ye. Şerê me, li hember çewisandinî buye, li hember nezanî bû ye, li hember bê edaletî bû ye, li hember paşvemayinê bûye, li hember her cureyên zext û zordarîyan bûye.

Em îro edî, Jibo Tirkîyeke nû, Jibo Rojhilata Navîneke nû, jibo paşerojeke nû hişyar dibin. Bangewazîya min, jibo ciwanên ku, bi dil û can banga min pêşwazî dikin, peyama min, jibo dayikên pîroz ên ku peyama min di dilê xwe de bi cih dikin, vegotinên min jibo dostên ku bi serî û çevên xwe gotinên min dipejîrînin, mirovên ku bi baldarî gohên wan li dengê minê;

'ÎRO SERDEMEKE NÛ DEST PÊ DIKE'

Ji serdema berxwedana çekdarîyê, derî li pêvajoya sîyaseta demokratîk vedibe. Pêvajoya ku, bi giranî ji sîyasî, ji civakî û ji aborîyê pêk tê destpêdike. Feraseta ku, mafên demokrotîk, azadî û wekhevîyê esas digre bi pêşdikeve.

Me Jibo vê gelî, bi dehan salên xwe feda kirin. Me berdêlên gelek giranbûha dan. Ev fedekarî û ev tekoşîn tu yek jî ne belesebep bûn. Kurdan kesayetîya xwe ya cewherî û nasnameya xwe jinûve dest xistin.

Edî bila çek bê deng bibin. Em hatin wê astê ku hewceye edî fikr û reman û sîyaset pêşkeve. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesiband, înkar dikir û li derve dihişt tarû mar bû. Xwîna ku diherîke ji gelê tirk,laz, çerkez, kurd, ji tevahîya morovên vê erdnîgarîyê diherike. Ez îro li hember şahedîya mîlyonan, ku gohdarîya min dikin, dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû destpêdike. Çek na, sîyaset dê pêşkeve.

Edî em hatine merhaleyeke wuha girîn ku hêmanên meyên çekdar xwe vekşînin derveyê tixubê. Ez bawerdikim, yên ku bawerîya xwe bimin aninê û dilê xwe ji min re vekirine, dê hesasîyetê pêvajoyê berçav bigrin û heta dawîyê biparêzin.

'EV NE DAWÎ, DESTPÊKA TÊKOŞÎNA SÎYASETA DEMOKRATÎK E'

Ev, ne dawîneke, destpêkeke nû ye. Ev ne dev ji tekoşînê berdane, destpêkirina tekoşîneke cuda ya nû ye.

Avakirina erdnîgarîyên etnîkî û yek netewî, ji armancên modernîteya kapitalîst yên derveyê mirovahîyê ne ku tê wateya înkarkirina eslê me. Jibo ku tevahîya civakên Anatolyayê û Kurdistanê li gorî dîroka Kurdistan û Anatolyayê, ya qedîm bikaribin bi hevre, wekhev û di nav aşîtîyê de bijîn berpirsîyarî dikeve ser milê herkesî.

Bi munasebeta vê Newrozê, ez bangewazî dikim ku, herî kêm bi qasî Kurdan Tirkmen, Ermen, Asûr, Erep û civakên din jî, tîrêjên azadî û wekhevîyê wekî azadî û wekhevî ya xwe ya cewherî bibînin.

Rêzdar Gelê Tirkîyê;

Bila gelê Tirkîyê bizanê be ku, heke îro di Anatolyaya qedîm de, dibin navê Tirkîyê de dikarin bijîn, vîya deyndarên, hiquqa hevkarî û biratîya kurd û tirk ya hezar salane ku dibin ala biratîya îslamîyetê de pêkhatîye. Dê vê hiqûqê de, fetîh, înkar,red,pişaftina bi zorî û tunekirin tune ye. Polîtîkayên kapitalîsta modern, yên bi zext û zor, pişaftin û tunekirinê yên sed sala dawîn hêza xwe ji gel nedigirt, lê, gel nikaribû xwe jê rizgar jî bike. Ev polîtîkayên dijwar, tenê hewldanên koma ku tevahîya hiqûqa dîrokî û biratîyê înkar dikirin. Di roja me de, ev hewldanên ku hêza xwe ji polîtîkayên dijber hiqûqên dîrokî û biratîyê digirtin bi tevahî teşhîr bûne. Jibo, bi dawîkirina vê zilmê ez bangewazî dikim, herdû hezên rojhilata navîn yên sereke û sitratejîk mil bidin hevdu û li gorî dîrok û çanda xwe ya kevnare modernîteya demokratîk avabikin.

Dem ne dema îxtîlaf , şer û pevçûnane, dem dema tifaq, hevkarî û hevdu helmêzkirin û helalkirinê ye.

Gelê kurd û tirk bi hevkarî şerê azadîyê kirin û li Çanakaleyê di helmêza hevdu de şehît ketin. Di sala hezar û nehsed û bîstan (1920) de Meclîsa Tirtkîyê Ya Mezîn (TBMM) bi hevre vekirin. Rasteqînîya dîroka me ya hevpar, rastîya duhatîya me ya hevpar jî nîşanê me dide û plansazîya hevpar li ser me ferz dike. Rihê avakirina Meclîsa Tirkîyê ya mezin îro jî serdema nû ronî dike.

'BILA HEMÛ CIVAK DI NAVA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE CIH BIGIRIN'

Tevahîya nûnerên civakên bindest, nûnerên çînî û yên çandî yan;

Bangewazîya min ewe ku ; Çînîyên bindest yên yekemîn jin, mezheb, tarîkat û tevahîya civak û komên çandî yên din, nûnerên karkeran, civak û kesên ku derveyê pergalê hatinê hiştin, yekane vebjêrka xelasîyê, di avakirina modernîteya demokratîk de cih bigrin, hişmendî û pergala wê fêrbibin.

Lêger û daxwaza Rojhilata navîn û Asyaya navîn ewe ku li gorî cewherê dîroka xwe, ji xwe re pergaleke hemdem, demokratîk û modern biafirîne. Bi qasî nan û avê şênber pêdivî bi lêger û lêkolîna, modeleke ku herkes karibe tê de azad, wekhev û bi biratî tê de bijî heye. Jibo avakirina vê modelê jî, dîsa pêşengîya çandên erdnîgarîya Mezopotamyayê û Anatolyayê jênegere.

Wekî ku, demek nêzik de di çarcove ya Mîsak-î Mîlî de bi hevkarîya tirk û kurdan tekoşîna azadîyê hatibû dayîn, îro jî têkilyeke wekî bermayîya wê, ji wî firehtir,kûrtir û rojane em dijîn.

Li gel tevahîya kêmasî û şaşîyên not (90) salên dawîn, carek din em tevahîya civakên bindest û mexdûr, civakên ku bi felaketên cuda re rû bi rû mane, çînî û çandan digirin rex xwe û hewl didin ku modeleke nû biafirînin. Bangewazîya me ewe ku, ev derdorên ku em qal dikin, tevahî bi rêbaza wekhevîyê, azadî û demokratîkbûnê xwe birêxistin bikin.

Li dijberê Mîsak-î Milî kurd perçebûn û îro di komara Iraq û Sûrîyê de bi gelek pirsgirêk, şer û pevçûnan re rû bi rû dimînin. Bangewazîya min ewe ku ; Kurd, Tirkmen, Asûrî û Ereb di bin banê "Konferansa Hevkarîya Netewî û Aştîyê" de rasteqînîya xwe nîqaş bikin, têbigêjin û xwedîyê biryarbin.

Li hember polîtîkayên bihevşerkirinê emê biratîyê ava bikin, li hember polîtîkayên ji hev cudakirinê emê yekîtya gelan avabikin.

Yên ku nikaribin rihê demê bixwînin dê herin sergoyê dîrokê. Yên ku li hember herîkina avê berxwe bidin, dê herin terîşê.

Gelên heremê şahedîya rojbûna berbangeke nû dikin. Gelên Rojhilata Navîn, ji şer û pevçûnan, ji hevdû qut bûn û ji perçebûnan gelek westîyane, lewre edî dixwaze li ser kok û rehên xwe, bi alîkarî û hevkarî bi destê hevdu bigrin, mil bidin hevdu û ji nû ve rabin ser pîyan.

EV NEWROZ JIBO ME TEVAHÎYAN MÎZGÎNÎ YE

Heqîqetên ku di çîrokên Hz. Musa, Hz. Îsa û Hz. Muhammed de cih digirtin, îro bi mizgînîyeke nû dikevin jîyanê. Mirovahî hewl dide ku hundahîyên xwe carek din bidest bixe.

Em tevahîya destkevtîyên şaristanîya hemdem yê rojavayê red nakin. Em ji hêla wê ya ronakbîr, wekhev û demokratîk sûd werdigrin, em ji hêla wê ya erênî û ji ya xwe ya gerdûnî sentezek çêdikin û dikin jîyanê.

Hîma tekoşîna nû, fikir, raman, bîrdozî û sîyaseta demokratîke, hemleyeke demokratîkbûnê ya mezin destpêkirine.

Silav ji wan re, yên ku hêz didin vê pêvajoyê, yên ku piştgirî didin çareserîya demokratîk û aşîtîyê,

Silav ji wan re, yên ku Jibo biratî, wekhevî û demokrasîya azad berpirî digrin ser milên xwe,

BIJÎ NEWROZ, BIJÎ BIRATÎYA GELAN
Zîndana Îmralî yê. 21 ADAR 2013.
Abdullah OCALAN
XS
SM
MD
LG