Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon: Vekolînek Derbarê Karanîna Çekên Kîmyayî li Sûrîyê Tê Kirin


Ban Ki moon
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki moon ferman daye vekolînekê destpê bike, derbarê îdîayên hikûmeta Sûrî ku serhildayan çekên kîmyayî li bajarê Helebê bikar anîne.

Birêz Ban îro Pêncşemê jibo rojnamevanan axivî û bang li her du alîyên nakokîyê li Sûrîyê kir ku hevkarîyê ligel vekolerên NY bikin. Sekreterê Giştî yê NY got, dê tîma vekolînê ji alîyê nûnerên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî û Rêxistina Saxlemîya Cîhanê were birêve birin.

Serhilda û hikûmeta Sûrîyê hev du bi berpirsîya êrîşê tawanbar dikin. Di encama wê êrîşê de ku roja Sêşema borî pêk hat, bi kêmî 20 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG