Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Gefa Kuştinê li Muşerref Xwar


Pervêz Muşerref
Pervêz Muşerref
Komela Talîbana Pakistanê radigihîne ku ewê bizavê bikin jibo kuştina Pervêz Muşerref, dema serokê berê vedigere Pakistanê da ku li hilbijartinên parlamenî beşdar bibe.

Medyaya rojavayî li ser zimanê nûnerên Talîbanê radigihînin ku komela çekdarî grupeke êrîşberên xwekujî amade kirîye jibo kuştina birêz Muşerref, ku çaverê dihête kirin roja Yekşemê vegere Pakistanê.

Talîban bi tundî dijatîya birêz Muşerref dike, jiber têkelîyên nêzîkên wî bi Amerîkayê re û piştevanîkirina şerê li dijî terorê.

Muşerref li sala 1999’ê di darbeyeke leşkerî de desthilat girte destê xwe.
XS
SM
MD
LG