Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cenzaya Botî li Şamê Pêk Tê


Jimareke mezin ji hemwelatîyên Sûrî roja Şemîyê li jêr ewlekarîyeke nazik beşdarî cenazeya melayê Sunnî yê navdar Mihemed el Botî bûn, yê ku li gorî karbidestên Sûrî, di teqîneke xwekujî de Pêncşemê bi şev li Şama paytext hate kuştin.

Mele, mirov û alîkarên melayê Sunnî yê kuştî Mihemed el Botî xatir jê xwestin, li dema ku kefenê wî yê sipî dibirin Mizgefta Omeya li Şamê, heman mizgefta ku Botî bixwe gelek salan xitbe lê dida.

Kesayetîyên olî yên Sunnî ku nêzîkî hikûmeta Sûrîyê ne li rêza pêşî ya mizgeftê li dora tabûta Botî û nevîyê wî rûniştibûn. Miftî Ehmed Hesûn hêsirên xwe paqij dikir dema ku Wezîrê Karûbarên Olî Mihemed Ebdul Setar el Seyid çavên xwe xistibûn erdê.

Serokê Sûrîyê Beşar Esed roja Înîyê soz da heyfê jibo mirina melayê Sunnî yê 84 salî bistîne, bi rêya derxistina Îslamîyên tundrê ji nav welêt. Mihemed Seyîd Remezan el Botî bo demeke dirêj piştevanê Serokê Sûrî û bavê wî bû.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG