Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîkî Serdana Îraqê Kir


John Kerry û Nûrî El Malikî li Bexdayê, 24'ê Adarê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry roja Yekşemê serdana Bexdayê kir jibo encandana gotûbêjan bi karbidestên Îraqî re.

Karbidestên wezareta derve ya Amerîkî dibêjin ku birêz Kerry gotûbêjan li ser çend pirsekan encam dide, wek rewşa ewlehî, pêvajoya sîyasî ya Îraqê û kirîza Sûrîyê.

Li gorî karbidestên Amerîkî, birêz Kerry bi eşkereyî serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî agahdar dike ku Amerîka ne razî ye balafirên Îranî bi rêya esmanê Îraqê alîkarîya rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkî herwiha ligel serokê parlemana Îraqê Osame El Nûceyfî re kom dibe.
XS
SM
MD
LG