Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muaz el Xetîb Dev ji Karê Xwe Berdide


Muaz el Xetîb
Serokê hevpeymanîya opozisyona Sûrî Muaz el Xetîb roja Yekşemê bi rêya rûpela xwe li ser facebookê ragihand ku ew nema wekî rêberê grupê kar dike û gazin ji civaka navneteweyî re kir ku gelek kar nekiriye jibo alîkarîya gelê Sûrîyê ku xwe ji hêzên Serok Beşar Esed biparêzin.

Di daxuyanîya xwe de, birêz el Xetîb got ku ew bi soza xwe ya gelê Sûrîyê pêgir dimîne ku dest ji kar berde eger hevpeymanîya opozisyonê xêzên sor derbas kir. Lê neda xuya kirin ka ev xêz çi ne. birêz el Xetîb nerazîbûna xwe hember destnîşankirina Xessan Hîto yê ku li Amerîka xwendîye, nîşan da ku hefteya borî bû serokwezîrê demkî yê deverên li jêr destên serhildayan.

Destnîşankirina birêz Hîto desthilatdarîya el Xetîb wekî rêberê hevpeymanîyê lawaz kir.

Ji alîyekî din, berdevkekî serhildayan li hundir Sûrîyê got ku Artêşa Azad red dike pênasînê bi desthilatdarîya Xessan Hîto wekî serokwezîrê demkî bike. Louay el Muqdad gote ajansên medyaya rojavayî ku Hîto ne bi awayekî rast hatiye hilbijartin jiber ku rêkeftineke giştî li ser berbijartina wî tune bû.

Nûçegihana Dengê Amerîka li Qahîre, Elizabeth Arrott raportek di vê derbarê şandîye. Kerem bikin li vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço guhdarî bikin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG