Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Kes li Malî Hatin Kuştin


Di encama şerê bo roja duwem de li navbera serhildayên Îslamî û hêzên Malî û Fransî li bajarê Gao yê bakurê Malî, bi kêmî 6 kes hatin kuştin ku yek ji wan sivîl bû.

Karbidestên Malî dibêjin ku Îslamîyan roja Şemîyê êrîş birin ser bajêr û şerê wan heta Yekşemê dirêj kir. ne diyar e kesek ji Îslamîyan hîn li bajarê Gao mabe.

Leşkerên Fransî xwe amade dikin ji Malî derkevin û operasyonên aştîparêzîyê biguhêzin bo hêzeke Afrîkî.

Hêzên Fransî alîkarîya leşerên Malî kirin ku careke din bakurê welêt ji mîlîtanan vegerînin.

Sala borî, mîlîtanên Îslamî devera bakurê Malî kontrol kiribûn û qanûnên Îslamî yên hişk lê ferz kiribûn.
XS
SM
MD
LG