Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Komara Afrîkî ya Navendî Revîya Kamerûnê


Francois Bozize
Serokê Komara Afrîkî ya Navendî revîya welatê Kamerûn, piştî hêzên serhildayan Banguy ya paytext kontrol kir û serokekî nû destnîşan kir.

Karbidestên Kamerûnî piştrast dikin ku serokê Komara Afrîkî ya Navendî Francois Bozize li Kamerûnê ye, piştî şer û pevçûnên giran li Banguy.

Di wan şer û pevçûnan de 13 leşkerên Afrîkaya Başûr hatin kuştin.

Serokê Afrîkaya Başûr Jacob Zuma dibêje ku bi kêmî ve 27 leşkerên din birîndar bûn û leşkerek wenda ye.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon dibêje “standina desthilatê ya ne destûrî” ji layê serhildayan ve şermezar kir.

Wezareta Derve ya Amerîkî jî nîgeranîya xwe ragihand hemberî alozbûna rewşa Komara Afrîkî ya Navendî.

Birêz Bozize li sala 2003’ê bû serokê Komara Afrîkî ya Navendî piştî darbeyeke leşkerî. Komara Afrîkî ya Navendî li sala 1960’ê serxwebûna xwe ji Fransayê ragihand.
XS
SM
MD
LG