Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

San Suu Kyi Beşdarî li Merasîma Leşkerî Dike


Rêbera opozîsyona Burmayî Aung San Suu Kyi, di merasîmeke leşkerî de, li kelêka generalên hêzdar yên wî welatî rûnişt, wekî nîşaneya veguharîna li Burmayê.

Rêbera demokrasîxwaz merasîma Roja Hêzên Çekdar ya artêşê, ku bi salên dirêj ew xistibû zindanê, bi çavên balkêş temaşe kir.

Cara yekê bû ku Xanim San Suu Kyi beşdarî li merasîmeke li paytaxt Napyitaw dikir.

Qumandarê herî bilind yê Burmayê, General Min Aung Hlaing ji girseya kombûyî re got, artêş dê berdewam roleke girîng bilîze, di pêşvebirina “demokrasîya modern” de.

Berî du salan, generalên artêşê desthilat teslîmî hikûmeta sîvîl kiribûn û dawî li serdema leşkerî anîbûn ku pirtir jî 40 salan berdewam kirîbû.
XS
SM
MD
LG