Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Saxlemîya Nelson Mandela Baştir Dibe


Rewşa saxlemîya Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela hêdî hêdî ber bi başbûnê ve dihere, ofîsa Serokê wî welatî Jacob Zuma îro Şemîyê ragihand.

Nelson Mandela yê 95 salî jiber enfeksîyona pişikê ji nexweşxaneyê re hatibû rakirin û nexweşîya wî li seranser cîhanê deng vedabû.

Daxuyanîya ofîsa Serokê Afrîkaya Başûr, Jacob Zuma herwiha ragihand ku birêz Mandela di rewşeke dilgeş de bû û karîbû taştîya xwe bi tevahî bixwara.

Birêz Mandela yê 95 salî li seranser cîhanê wek sembolê azadî û aştî û lihevkirina civakî tê nasîn.

Ew û serokê wê demê yê Afrîkaya Başûr F.W. DeKlerk li sala 1993’an bi hevre xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibûn, jiber rola wan ya li dawîanîna rejîma apartheid û lihevhatina nijadî liwî welatî.

Nelson Mandela ji sala 1994’an heta 1999’an seroktîya Afrîkaya Başûr kiribû û ji wê demê heta niha di nac bizavên xêrxwazîyê de cîh digirt.
XS
SM
MD
LG