Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heşt Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Tekrît li ser nexşeya Îraqê
Tekrît li ser nexşeya Îraqê
Êrîşbirekî xwekuj li Îraqê xwe bi kemyonekê li bajarê Tekrît teqand û di encamê de bi kêmî 8 kes hatin kuştin.

Raport dibêjin, teqîna Duşemê li ber polîsxaneyekê pêk hat û tê bawer kirin ku piranîya qurbanîyên wê efserên polîs bin. Bi kêmanî 17 kes jî tê de birîndar bûn.

Ti kesî heta nuha berpirsîya êrîşê nexistîye stûyê xwe.

Ev teqîn bûyera herî dawî ye di tundûtûjîya berî hilbijartinên 20 Nîsanê yên herêmî de.

Hilbijartin li her du parêzgehên Enbar û Nînewa jibo çend mehan hatine paşve xistin jiber gefeyên ewlekarî.
XS
SM
MD
LG