Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perestgeheke Dîrokî ya Cihûyan li Sûrîyê Tê Wêran Kirin


Karbidestekî Sûrî û çalakvanekî dijî hikûmetê îro Duşemê gotin ku perestgeheke Cihû ya dîrokî li Şama paytext talan û wêran bûye, li dema ku şer li taxa derdora wê diqewimî.

Ziyana ku gihiştîye vê perestgeha ku tê bawer kirin bi sedên salan kevin e, mînaka herî dawî ye ku kelepûra çandî ya dewlemend li Sûrîyê dibe qurbana şerê navxweyî di navbera hikûmeta Serok Beşar Esed û serhildayên dixwazin wî bixînin de.

Perestgeh wekî cihekî olî yê girîng tê dîtin.

Mamûn Ebdulkerîm, serekê Beşê Entîke û Mûzexaneyan li Wezareta Çandî ya Sûrîyê got, sala borî hinek firaxên entîke ji perestgehê hatibûn dizîn, lê karbidestên hikûmetê nikarîbûn serdana avahîya perestgehê bikin jiber ku ew dever li jêr destê serhildayên opozisyonê bû.

Serhildayên Sûrî ji sala borî de çend dever li Şamê xistin bin destên xwe. Ji wê çaxê de ew ligel hêzên hikûmetê dikevin nav şer û pevçûnan.
XS
SM
MD
LG