Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

34 Kes di Encama Roxandina Avahîyekê de li Tanzania Hatin Kuştin


Karbidest li Tanzania îro Duşemê gotin ku jimara qurbanîyên roxandina avahîyekê li Dar es Salam gihiştîye 34 kesî. Li gorî tê ragihandin, zarok jî di nav kuştîyan de hene.

Desthilatdar dibêjin, bi kêmanî 18 kes bi saxî hatin rizgar kirin dema ku avahîya 16 qat roja Înîyê sibehê hate xwarê.

Karkerên rizgarkirinê hêvî nakin ku kesên din di nav de avahîya wêranbûyî de bibînin.

Karbidest dibêjin, ew sedema ketina avahîyê vekolîn dikin û bi kêmî 4 kes jibo lêpirsînê binçav kirine.

Ketina avahîyan li hinek welatên Afrîkayê diyardeyeke belavbûyî ye, bi giştî jiber lawazbûna standardên avakirinê.
XS
SM
MD
LG