Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qerebalex li Nav Girtîyên Fîlîstînî yên Zindaneke Îsraîlî Diqewime


Zindana Ayalon yek ji zindanên herî navdar li Îsraîlê ye
Karbidestekî Îsraîlê îro Sêşemê got, pasvanên zindanan li Îsraîl gaza rondikrêj avêtine ser girtîyên Fîlîstînî li zindaneke Îsraîlî piştî nûçeya mirina girtîyekî bi nexweşîya penceşêrê.

Karbidestên Fîlîstînî, Îsraîlê tawanbar dikin ku ew alîkarîya saxlemî ya baş nedida Meysera Ebû Hemdîye, yê ku wextekî zûtir Sêşemê mir. Zilamê 64 salî cezayê zindana bi qasî jiyanê dikir, jiber rola wî di danîna bombeyekê de li kafêyeke qerabalex di sala 2002ê li Orşelîmê.

Berdevkê Desthilatdarîya zindanê, Sivan Weizman dibêje, Ebû Hemdîye ji alîyê bijîşkên pispor baş dihate derman kirin û herwiha gotin ku ew li nexweşxaneyekê li Beersheba mir.

Piştî ragihandina nûçeya mirina Ebû Hemdîye, girtîyên Fîlîstînî li çend zindan dest bi lêdana dergehên odeyên xwe kirin û tişt avêtin.

Weizman got ku 3 girtî û 6 pasvan îro Sêşemê hatine derxistin jibo dermankirinê, piştî ku gaza rondikrêj kete nav sîstema sînga wan.

Di kombûnekê de li Ramallah, Serokê Fîlîstînê Mehmûd Ebas got ku ew li ser wê yekê kar dike ku girtîyên Fîlîstînî ji zindanên Îsraîlî azad bike.
XS
SM
MD
LG