Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Agirekî de 13 Zarok li Dibistaneke Îslamî li Burmayê Hatin Kuştin


Polîsên Burmayê dibêjin ku pirsgirêkeke elektrîkê bû egera agirekî li dibistaneke Îslamî ku di encama wî de 13 zarok hatin kuştin. Şewat îro Sêşemê li bajarê Rangoon pêk hat.

Vekolîna destpêkê ya polîs dît ku alava veguhêz ya elektrîkî zêde germ bûbû. Ew yek bûbû sedema agir.

Polîs dibêjin, ti tawankarî di bûyerê de tune ye. Agir di demekê de tê ku êrîşên Budîst û Misilmanan li Burmayê berdewam in.

Piştî şewat pêk hate, yekser polîs hatin şandin bo wê deverê, li dema ku Misilmanên ture li wir kom bûbûn û daxwaza vekolîneke zêdetir dikirin.

Efserê polîs Thet Lwin reca ji dezgehên ragihandinê kir ku bûyerê bi girjîya tayîfî li nav welêt girê nedin.

Di pevçûnên ku meha borî de destpê kirine, çend mizgeft û milkên Misilmanan li Burmayê hatine talan kirin. Bûyeran ji bajarê Meyxtila yê naverasta welêt destpê kir û paşê li bajarên din jî belav bûn. Bi kêmî 43 kes hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG