Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pyongyang Nahêle ku Karkerên Koreya Başûrî Derbazî Devera Hevbeş Bin


Di nîşana herî dawî de ya qutbûna hevkarîyê navbera Koreya Bakur û ya Başûr, Pyongyang derbazbûna karkerên Koreya Başûr jibo devereke kar ya hevbeş li alîyê wê rawestandîye.

Lê, hikûmeta Koreya Bakur îro Çarşemê rê dida hemwelatîyên Başûr ku ji devera Kaesong derkevin.

Wezareta Yekîtî ya Koreya Başûr ku ev biryar îro Çarşemê gihişte wê, dibêje ku jê re nehatîye gotin dê heta kengî qedexekirina derbazbûnê dirêj bike.

Berdevkê wezaretê Kim Hyung Seok dibêje ku silametîya karkeran erkê herî girîng yê Seoul e.

Birêz Kim dibêje, biryara Koreya Bakur jibo rawestandina devera kargehan, astengîyeke bo rêvebirina wê deverê.

Kim Hyung Seok herwisa dibêje, ew bang li Bakur dikin ku demûdest prosesa derbazbûna jibo devera Kaesong bikin normal.

Devera kargehan ku di 2004’ê de hatibû vekirin, rastî çend pirsgirêkên derbazbûn û derketinê hatîye. Lê vê carê, dîyar dibe ku ew gefeya herî xeter e li ser wê navendê. Navenda Kaesong ya kargehan salane nêzîkî 2 mîlyar dolar ji Koreya Bakur ya hejar re tîne.
XS
SM
MD
LG