Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bû Armanca Muşekên ku ji Gazayê Hatine Avêtin


Karbidestên Îsraîlê dibêjin, ew îro Pêncşemê bûne armanca muşekên ku ji Gazayê hatine avêtin. Lê, ti raportên demûdest derbarê kuştî û birîndaran peyda nebûye.

Avêtina muşekan li vê demê tê ku termên 2 xortên Fîlîstînî jibo veşartinê têne amade kirin.

Her du genc do Çarşemê ji alîyê leşkerên Îsraîlî ve, li devera Kenara Rojava hatibûn kuştin.

Îsraîl dibêje, leşkerên wê gule li komeke xwenîşanderên reşandine, piştî wan kesan bombeyên gazê avêtibûn nav bingeheke leşkerî.

Van pevçûnan, girjîya di navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan de hîn zêde kirine, taybetî piştî ku girtîyekî Fîlîstînî, jiber nexweşîya penceşêrê li girtîgeheke Îsraîlê jîyana xwe hinda kiribû.
XS
SM
MD
LG