Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Kurd li Heleb'ê Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin, di encama êrîşeke asmanî ya hikûmetê de li ser taxeke Kurd li bajarê Helebê, 15 kes hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, 9 zarok û 3 jin di nav kuştîyan de bûn. Êrîş do Şemîyê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê pêk hat.

Bizavkaran li wê deverê ragihandin, dibe ku jimara kuştîyan bilindtir bibe, jiber jimara mezin ya kesên xwedî birînên xeter.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku êrîşa asmanî hate encamdan piştî ku hinek şervanên Kurd 5 leşkerên hikûmetê li ser xaleke kontrolê ji derveyê taxa Şêx Meqsûd kuştibûn.

Heleb yek ji bajarên herî girîng e di şerê navxweyî yê Sûrîyê de li nav Serok Beşar Esed û serhildayên ku dixwazin rejîma wî biroxînin.
XS
SM
MD
LG