Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerêka Kerry ligel Hevtayê Xwe yê Tirk Kom Bû


En su gira mundial, John Kerry hará primero escala en Turquía para reunirse con el primer ministro de ese país.
Wezîrê Derve yê Amerêka John Kerry di sekenoka gera xwe ya herêmê de, îro Yekşemê bi karbidestên Tirk re kom dibe.

Di gera xwe ya 10 rojan de birêz Kerry dê hewil bide li ser krîza berdewam ya li Sûrîyê , prosesa aştîyê li Rojhilata Navîn û girjî û reqbûna Koreya Bakur danûstandinan bike.

Wezîrê Derve yê Amerêka John Kerry, di hevdîtina xw eya yekê de, îro li Stenbolê bi hevtayê xwe Ahmet Davutoglu re kom bû.

Kerry civîna hevbeş ya ragihandinê de dîyar kir ku divê pêvajoya normalkirina têkîlîyên navbera Tirkîye û Îsraîlê berdewam bike.

Wezîrê Derve yê Amerêka John Kerry li ber e îro ligel Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî kom bibe û taybetî li ser şerê navxweyî ya li Sûrîyê baxife.
XS
SM
MD
LG