Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Berê ya Brîtanya Margaret Thatcher Koç Dawî Kir


Serokwezîra berê ya Brîtaniya Margaret Thatcher li jîyê 87 salî, jiber celta mejî koça dawî kir.

Peyvdarê malbata Lord Tim Bell got, bi tenê serokwezîra jin ya Brîtanî, îro Duşemê bi aramî koça dawî kir.

Thatcher jineke bihêz û rastûrast bû ku sê caran ji sala 1970’ê heta sala 1990’ê li hilbijatinên partîya xwe ya Parêzyar serkeft û rêberîya wê partîyê kir. Ew Serokwezîra Brîtanî ya bitenê bû ku demekê wiha dirêj di wî karî de mabû, ji serê sedsaliya 19’ê.

Serokwezîr David Cameron îro got, welatê wî rêberek, serokwezîrek mezin û welatiyeke Brîtanî ya mezin ji dest da.

Qesra Buckingham got, Melîka Brîtanya Elizabeth xemdar bû ku peyama mirina wê bihîst.
XS
SM
MD
LG