Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên PKK'ê ji Pêvajoya Aştîyê Dudil in


Siyasetvanekî Kurd dibêje ku serhildayên Kurd dudil in derbarê vekêşana şervanan ji nav Tirkîyê, wekî beşek ji hewildanên aştîyê ligel hikûmetê.

Serhildayan meha borî agirbestek ragihandin , piştî bangwazîyekê ji rêberê wan yê zindankirî Abdullah Ocalan, yê ku ligel karbidestên Tirk ketîye nav gotûbêjên dawîanîna şerê ku ev nêzîkî 30 sal dirêj kiriye.

Xuya dibe ku hewildanên aştîyê rastî alozîyekê tên, jiber daxwazên Tirkîyê ku serhildayên Kurd çekên xwe deynin û ji nav axa Tirkîyê derkevin.

Selahatîn Demîrtaş, rêberê partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) piştî civînekê ligel komendarên PKKê li çîyayê Qendîlê got ku serhilda xembar in û garantîyên qanûnî dixwazin, berî ku rêkeftinê erê bikin.

Gotinên birêz Demîrtaş îro Duşemê di rojnameya Vatan de hatin belav kirin.
XS
SM
MD
LG