Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Beyar Misfeta: AKP'ê Bi Nîyet e Tirkîyê Bihêztir Bike


Rêberê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) nameya duwê ya Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê, Abdullah Ocalan gihand Qendîlê, bi mebesta berdewampêdana pêvajoya aştîyê di navbera Tirkîye û PKK’ê de.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, Dr. Beyar Misfeta Seyfedîn, mamosteyê zanîngeha Duhokê dibêje, tiştekî bêtir ron ji nameya rêberê PKKê nîne.
Dr. Beyar dibêje, ev pêvajo li ser asteke bilind birêve diçe, bi taybet di navbera Ocalan û Serokwezîr Receb Tayyip Erdogan.

Mamosteyê zanîngeha Duhokê herwiha dibêje ku ev qonax gelekî girîng e jibo Erdogan, jiber ku sê proseyên hilbijartinan li demê bê, dê birêve biçin. Dibe ku Tirkîye sîstema parlemanî biguhere bo ya serokatî jibo damezrandina dewleteke bihêz li herêmê.

Dr. Beyar di dawîyê de got ku Tirkîye dixwaze tixûbên li navbera herêmên Kurd li Sûrîye û Îraq jî lawaz bike an jî hilîne. AKPê binyet e vê planê heta sala 2023’ê bicî bîne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG