Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Navokî yên bi Îranê re Wê Berdewam Bin


Civîna roja 5'ê Nîsanê li bajarê Almatî, Kazaxistan.
Diplomatekî mezin yê rojavayî dibêje, welatên sereke yên cîhanê di wê bawerê de ne ku danûstandinên navokî yên bi Îranê re hind destkeft bi dest xistine ku dikarin berdewamîyê bi bizavên diplomasî bidin.

Ew dipomat dibêje hind destkeft hene ku danûstandin berdewam bin û got ku ew pêşbînî nake danûstandin werin sekinandin.

Daxuyanîya wî dipomatî di demekê de ye ku Îran û welatên mezin hêzên cîhane negihiştine ti rêkeftinên sereke li danûstandinên ku berî çend rojan li Kazaxistanê birêve çûn.

Şeş mezin hêzên cîhanê (Amerîka, Brîtanîya, Fransa, Rûsya, Çîn û Almanya) dixwazin ku Îran hinek beşên bernama navokî ya xwe bisekinîne ji ber nîgeranîyên wan ku dibe ku Komara Îslamî teknoloîya çêkirina çekên navokî bi dest bixe.
XS
SM
MD
LG