Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan: Dîrok Wan Her du Serokan Efû Nake


Serokên partîyên sîyasî yên Tirkîyê roja Sêşemê li parlamanê gotarên xwe yên heftane pêşkeş kirin ku bi piranî nêrînên xwe yên li ser pêvajoya aştîyê parve kirin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de dibêje, jiber dijberîya pêvajoya aştîyê dikin û li herikîna xwînê temaşe dikin, wê dîrok her du serokên opozîsyona Tirkîyê Devlet Bahçelî û Kemal Kiliçdaroglu efû neke.

“Ne Dewlet Bahçelî, ne jî Kiliçdaroglu dikare dilsozîya wan 63 kesan bipîve jiber ku ne wêrekbûn ne jî asteke wiha bi wan re heye.” rêzdar Erdogan got.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ku bi berdewamî dijberîyeke tund li pêvajoya çareserîyê dike, di gotara xwe de, îdia dike ku mebesta pêvajoya ku AKP’ê bi PKK’ê re daye destpê kirin avakirina Kurdistanê ye.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ku helwesta wî wekî dudilîya piştgirîya pêvajoyê tê nirxandin jî, ji Serokwezîr Erdogan daxwaz dike naverok û planên li ser vê pêvajoyê bi awayekî eşkere bi wan re parve bike.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî destnîşan dike, dema ev pêvajo destpê kirîye wan bi mebesta demokratîkbûna Tirkîyê û azadbûna civakê mil daye vê pêvajoyê.

Hevseroka BDP’ê girîngîya nivîsandina qanûna bingehîn ya nû jibo serketina pêvajoyê tîne ziman. Xanim

Kişanak xuya dike ku, ew dixwazin qanûna bingehîn ya nû li ser wê bingeha ku tevahîya civaka Tirkîyê hembêz bike were çêkirin û hemî pîvanên demokrasîyê û azadîyan jî bihewîne nav xwe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG