Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Pêşnîyara Danûstandinê bi Koreya Bakur re Dike


John Kerry û wezîrê derve yê Japonê Fumyo Kişîda li Tokyo, Yekşem, 14'ê Nîsanê, 2013.
John Kerry û wezîrê derve yê Japonê Fumyo Kişîda li Tokyo, Yekşem, 14'ê Nîsanê, 2013.
Wezîrê derve yê Amerîkî John Kerry pêşnîyara encamdana danûstandinan bi Koreya Bakur re dike jibo çareserkirina alozîyên Koreyayê bi rêyên aştîyane, eger Pyongyang berpirsîyarîyên xwe yên navneteweyî bicîh bîne.

Birêz Kerry dibêje ku Washington amade ye danûstandinê bi Pyongyangê re bike eger Koreya Bakur pêgîrbûna xwe bi peymanên navneteweyî rabigihîne.

Wezîrê Derve ev daxuyanî da dema roja Yekşemê serdana Japonê kir.

Birêz Kerry got, Amerîka rijd e jibo parastina Japonê, ku hevalbendeke sereke ya Amerîka ye li Pasîfîk.

Li çend heftîyên bihurî, Koreya Bakur bi berdewamî gef xwar ku êrîşa Amerîka û hevalbendên wê bike li wê herêmê, di nav de Japon û Koreya Başûr.
XS
SM
MD
LG