Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

FBI Serkêşîya Lêkolînên Taybet bi Teqînên Boston Dike


Karmendên FBI li bajarê Boston.
Karbidestên federalî yên Amerîkî lêkolînan li apartmenteke taxê Revere yê bajarê Boston encam didin, di bizavekê de jibo eşkerekirina berpirsên teqînên roja Duşemê li maratona Boston.

Dîdevan dibêjin ku lêvekolan çend kelûpelên di wê apartmentê de ligel xwe birin.

Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) serkêşîya lêkolînên taybet bi teqînên Boston dike, ku bûne sedema mirina sê kesan û birîndarbûna pitir ji 140 kesan.

Hikûmeta Amerîkî ragihand ku ya xuya ye teqînên Boston “karekê teroristî ye.”

Heta niha çi komele û alîyekî berpirsîyarîya xwe hemberî wan teqînan eşkere nekirîye.
XS
SM
MD
LG