Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejeke Bihêz Îran û Pakistan Hejand


Erdhejeke bihêz roja Sêşemê başûra rojhilata Îran û Pakistan hejand.

Bi sedema wê erdhejê bi kêmî ve 46 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn, li gorî ajansa Associated Press.

Ajansa Geolojîk ya Amerîkî ragihand ku hêza erdhejê 7.8 bû li bajarên Xaş û Serawan li Îranê. Lê belê medyaya ser bi dewleta Îranê ragihand ku hêza erdhejê 7.5 bû.

Hevdem, karbidestên Pakistanî dibêjin ku bi sedan xanî li herêma Belûçistan bi sedema erdhejê wêran bûn.
XS
SM
MD
LG