Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Teqînên Boston Êrîşeke Teroristî Bû


Serok Obama
Serok Barack Obama dibêje ku Bîroya Lêkolîna Federalî (FBI) wek êrîşeke teroristî serederî ligel teqînên roja Duşemê li Boston dike.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Sêşemê, Serok Obama got ku teqînên li maratona Boston karekî çepel û rûreşî bû.

Serok herwiha got ku karbidest heta niha nizanin kî berpirs e hember wan teqînan.

Di teqînên roja Duşemê de sê kes hatin kuştin, ku yek ji wan zarokekî 8-salî bû.

Herwiha 176 kes jî birîndar bûn, ku birîna 17 ji wan giran e.
XS
SM
MD
LG