Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjî li Îraqê Berdewam e


Polis li paytexê Îraqê dibêjin bi kêmî ve 22 kes roja Pênçşemê di êrîşeka xwekuj di nav qehewxanekê de li Bexdad hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn .

Heta niha ti kes berpirsîya wê êrîşê bi stuyê xwe ve negirtîye ku du rojan berî hilbijartinên parêzgehan li wî welatî li taxeka Sunnîyan hat kirin.

Dengdana Roja Şembî dê ya yekê be piştî hêzên Amerîkê ji wî welatî derkeftîn li dûmahîya sala 2011'ê.
XS
SM
MD
LG