Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Parêzgehan li Îraqê Birêve Diçin


Hilbijartinên parêzgehan roja Şembî li Îraqê birêve çûn.

Proseya dengdanê demekê zû roja Şembî li 12 ji 18 parêzgehên Îraqê destpê kir. Nêzîkî 18 milyon Îraqî dikarin dengê xwe li hilbijartinên Şembî bidin.

Herî kêm 8,000 kandîd bizavê dikin ku 378 postên encûmenên parêzgehan bidest bixin.

Ev cara yekemîn e hilbijartin li Îraqê bihêne kirin, piştî hêzên Amerîkî li sala 2011’ê li wî welatî hatin vekêşan.

Hilbijartinên parêzgehan li Herêma Kurdistana Îraqê birêve neçûn. Parlemana Herêma Kurdistanê roja hilbijartinan dîyar dike.

Hilbijartin li parêzgehên Kerkuk, Musil û Enbarê hatine paşxistin ji ber sedemên parastinê, li gorî hikûmeta Îraqê.

XS
SM
MD
LG