Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Teqînên Boston Hîn di Rewşeke Xirab de Ye


Coxar Zarnayêv (rast) û birayê xwe Tamerlan (çep).
Coxar Zarnayêv (rast) û birayê xwe Tamerlan (çep).
Bergumanê teqînên Maratona Boston Dzhokhar Tsarnaev (Coxar Zarayêv) di rewşeke saxlemîya xirab de ye û li jêr çavdêrîyeke giran e li nexweşxaneyeke Boston.

Polîsan ew Înîyê bişev girtin dema xwe li nav qeyikekê li devera Watertown ya Boston veşartibû, piştî 24 demjimêran ji lêgerînê.

Vekolêr dibêjin ku Tsranaev di rewşekê de ye ku nikare bersiva pirsên wan bide derbarê sedema danîna bombeyan li maratona Bostonê ligel birayê xwe yê kuştî,Tamerlan. Ew dibêjin, dema Tsranaev hate girtin, xwe bi giranî ji laşê wî dihat.

Dozgirên federal hîn biryara tawanên dijî Tsarnaev gotûbêj dikin. Ofîsa federalî ya berevanîya giştî dibêje, ewê nûnertîya wî li dadgehê bike.

Ligel kuştina bergumanekî û girtina yê mayê, xelkê Bostonê piştî dora hefteyê bihna xwe fireh kirin.

Hêjayî gotinê ye, di teqînên roja Duşama borî ya Bostonê de, 3 kes hatibûn kuştin û 176 birîndar bûbûn.
XS
SM
MD
LG