Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 123 Milyon Dolarên Din Dide Opozisyona Sûrî


Wezîrê Derve yê Amerîka ev alîkarî di daxuyanîyekê de eşker kir.
Wezîrê Derve yê Amerîka ev alîkarî di daxuyanîyekê de eşker kir.
Amerîka roja Yekşemê ragihand ku ewê alîkarîya xwe ya neleşkerî jibo opozisyona Sûrî duqat bike, li vê dema ku piştgirên serhildayan soz dan ku hêza xwe zêdetir bikin da ku Serokê Sûrî Beşar Esed ji desthilatê bavêjin.

Lê tevî wiha jî, soza Amerîka jibo opozisyonê hîn kêm tê dîtin. Opozisyona Sûrî eşkere kiribû ku ew çek û maytêkirina leşkerî ya rasterast dixwaze, ligel peydakirina herêmeke nefirîn û korîdorên mirovahî da ku parastina xelkên sivîl li Sûrîyê garantî bibe.

Lê rêvebirîya Obama li sûna wê yekê soz da ku 123 milyon dolarên din wekî alîkarî bide opozisyona Sûrî. Di nav wê alîkarîyê de, dibe ku otomobîlên leşkerî, berçavkên şevê û alavên din yên parastina leşkerî jibo cara yekê cih digirin.

Ev alîkarî, yekem pêşkêşkirina fermî ya berbiçav bû, li dema ku wezîrên derve yên 11 welatên alîkarîya Sûrîyê dikin, di kombûneke dûdirêj de li Stenbolê kom bûn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di daxuyanîyeke nivîsandî de ev alîkarîya nû ragihand.

Bi vê alîkarîya nû, Amerîka heta nuha 250 milyon dolar daye opozisyona Sûrî ji dema ku şer Adara 2011’ê destpê kiriye.
XS
SM
MD
LG