Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Qanûnî li Dijî Bergumanê Teqînên Boston Hate Amadekirin


Dzhokhar Tsarnaev.
Dzhokhar Tsarnaev.
Karbidestên Amerîkî doza qanûnî li dijî bergumanê teqînên Boston amade dikin û dibe ku roja Duşemê li dadgehê bi fermî wî tawanbar bikin.

Hejmareke şarezayên qanûnî yên Amerîkî dibêjin, dibe ku Dzhokhar Tsarnaev bi tawana terorê ji layê hikûmeta federalî ve bihête tawanbarkirin.

Tsarnaev, yê 19-salî, di nexweşxanê de ye û nikare biaxive piştî birîndarbûna wî şeva Înîyê.

Karbidest bawer dikin ku Dzhokhar Tsarnaev û birayê wî Tamerlan berpirs bin hemberî teqînên roja Duşemê li dema birêveçûna maratona Boston.

Tamerlan roja Pêncşemê di pevçûnekê de ligel polîsan hate kuştin, piştî wî ligel birayê xwe karmendekî parastinê kuşt.

Di teqînên Boston de sê kes hatin kuştin û 176 kes birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG