Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakurê Îraqê Pevçûn; Herî Kêm 36 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema şer û pevçûnan li navbera hêzên hikûmeta Îraqê û xwepêşanderên Sunnî bi kêmî ve 36 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Karbidestên xwecihî û artêşê dibêjin ku pevçûn roja Sêşemê li bajarê Hewîce, nêzîkî Kerkukê, destpê kir dema hêzên hikûmetê bizav kirin ku xwepêşanderan binçav bikin.

Artêş herwiha radigihîne ku herî kêm du leşker jî hatin kuştin.

Li gorî raportên nûçeyan, wezîrê perwerde yê Îraqê dest ji posta xwe berda wek nerazîbûn hemberî tundûtûjîya bajarê Hewîce.

Ev çend meh in, Sunnî yên Îraqê xwepêşandanê dikin li dijî hikûmeta Nûrî El Malikî yê Şîa.

Tundûtûjîya roja Sêşemê li Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:54 0:00
XS
SM
MD
LG