Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl: Rejîma Esed bi Çekên Kîmyayî Êrîşa Serhildayan Kirîye


Çalakvanên opozîsyonê dibêjin, rejîma Esed çekên kîmyayî li bajarê Xan El Esel, li parêzgeha Helebê bikar anîn
Çalakvanên opozîsyonê dibêjin, rejîma Esed çekên kîmyayî li bajarê Xan El Esel, li parêzgeha Helebê bikar anîn
Îsraîl radigihîne ku hikûmeta Beşar El Esed bi çekên kîmyayî êrîşa hêzên serhildayan kirîye.

General Îtay Brun, Serokê Ajansa Vekolîn û Nirxandinê ya ser bi Muxaberata Artêşa Îsraîlê, roja Sêşemê got ku dibe ku çekên kîmyayî yên bikarhatî ji madda Sarîn pêk hatibe.

Rejîm û serhildayên Sûrîyê hevdu bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar dikin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze tîmeke şarezayan bişîne Sûrîyê, jibo encamdana vekolînan li ser îdîayên baranîna çekên wî rengî.
XS
SM
MD
LG