Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 30 Kesên din li Îraqê Hatin Kuştin


Bi sedema şer û pevçûnên navbera çekdarên Sunnî û hêzên hikûmeta Îraqî li bakura Bexdayê û li çend tundûtûjîyên din bi kemî ve 30 kes hatin kuştin, li gorî karbidestên Îraqî.

Pevçûna roja Çarşemê li bajarokê Suleyman Beg qewimî, wek gaveke tolhildana Sunnîyan hemberî êrîşa roja Sêşemê ya hêzên hikûmetê li dijî xwepêşanderên Sunnî li bajarê Hewîce.

Hate ragihandin ku hikûmeta Îraqê bi helîkopteran êrîşa çekdaran Sunnî kir. Bi kêmî ve 15 çekdar û leşker li wî şerî hatin kuştin.

Roja Sêşemê bi sedema pevçûnên li navbera hêzên hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan û xwepêşanderên Sunnî bi kêmî ve 36 kes li bajarê Hewîce hatin kuştin û bi dehan kesên birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG