Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Em Bêdeng Nabin Hemberî Kuştina Leşkeran


Li Îraqê 10 kes ji layê çekdaran ve hatine kuştin, ku pênc ji wan leşker bûn, li gorî ajansa Associated Press.

Tundûtûjîya roja Şembî li nêzîkî kampa xwepêşanderên Sunnî li parêzgeha Ramadî qewimî.

Di bersiv de, Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî, ku Şîe ye, got ku hikûmeta wî hemberî kuştina leşkeran bêdeng nabe.

Karbidestên hikûmeta Îraqî bi berdewamî dibêjin ku endamên El-Qayde û paşmayên rejîma Sedam Husên di rîza xwepêşanderên Sunnî de ne.

Ev çend mehên, Sunnî li hejmareke parêzgehên Îraqê xwepêşandanê li dijî hikûmeta Malikî dikin.
XS
SM
MD
LG