Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Îsraîlî: Gerek Amerîka di Kirîza Sûrîyê de Mudaxele Bike


Amîr Peretz
Wezîrekî Îsraîlî daxwaz li Amerîkayê kir ku di şerê navxwe yê Sûrîyê de mudaxele bike, piştî ajansên agahîyan radigihînin ku çekên kîmyawî li Sûrîyê hatîne bikaranîn.

Hikûmeta Amerîkî ragihandibû ku bikaranîna çekên kîmyawî xeta sor e.

Wezîrê Jîngeh yê Îsraîlî Amîr Peretz roja Yekşemê got ku “em li bendê ne her kesî xeta sor dîyar bike, karê pêdivî jî bike û berî hemûyan Amerîka û tevaya civaka navneteweyî.”

Gotinên wezîr Peretz ne helwêsta fermî ya hikûmeta Îsraîlê ye.
XS
SM
MD
LG