Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Televizyona Al-Jazeera Berbend Dike


Karbidestên Îraqî roja Yekşemê moleta televizyona Al-Jazeera û neh kenalên din hilweşand.

Karbidestên Îraqî dibêjin ku ew kenalên televizyonî hana karnama tayîfî didin, li dema ku Îraq rû bi rûya pêleke nû ya tundûtûjîyan dibe.

Herî kêm 180 kes li pênc rojên alozîyan hatîne kuştin. Şer li heftîya bihurî destpê kir piştî hêzên hikûmeta Îraqê li bajarê Hewîce êrîşa xwepêşanderên Sunnî kirin.

Piştevanên hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan ya Îraqê dibêjin ku Al-Jazeera piştgîrîya xwepêşanderên Sunnî dike.

Al-Jazeera televizyoneke Qeterî ye û hikûmeta Qeterê bi eşkereyî piştgîrî dide serhildayên Sunnî li Sûrîyê.
XS
SM
MD
LG